Hêzên Sûrîya Dêmokratîk qayîl bûne, ku agir bidine sekinandinê û agrbestê e’lamkin û t’evayî dora şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bibin yek. “Fermandarîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk pêşnîyarî h’emû alîyên nava de’w û dozêda dike, ku piştgirîyê bidine înîsîyatîva k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Antonîy Gûtêrêş û t’evayî agirbestê e’lamkin”, nava e’lametîya têlêvîzîona “Al Hadath”-da hatîye gotinê. Usa jî guman hatîye e’lamkirinê,wekî aşîtîya hûmanîtarî wê bi r’îya dîyalogê şuxulk’arîya sîyasî veke ya ku dikare bibe berbi dawîya şer’ê li Sûrîyayê.Em bîr bînin,wekî hêzên Sûrîya Dêmokratîk dijî eskerên t’irka û k’omên opozîsîone ku piştgirîya t’rka dikin, şer’k’arîyê dikin.
Herwiha kontr’ol bike
Close