H’emû nûçe

Li Ermenîstanê t’êlefonada progiramek tê cêr’ibandinê, ya ku wê alî bike, ku hûn bi koronavîrûsê nexweşin, yan na?

Bona bilindkirina k’ardarîya şer’k’arîya dijî koronavîrûsê li Ermenîstanê wê progiramên nû bêne xebitandinê.Ji wana yek jî programa t’êlefonêye, k’îjanê meriv dikare bi vê adrêsê barke: https://ac19.am/. Derheqa wê yekêda serk’arê komîsîya qeydeder Tîgran Avînyan weşana fêysbûkêda gotîye.Niha wê progirmê bi sîstêma Androîdê dikarin barkin. Fûnksîya progiramêye here sereke ewe, ku bersivên pirsa bidin, bi saya k’îjanê merivê derheqa h’alê saxlemîya xweda pê bih’ese û wê zelalbe, ku ew bi koronavîrûsê nexweşe, yan na. Bi gotina wî ew yek gelekî girînge, ku progiramêda bersivên pirsa r’ast bidin bona ku p’êşekzan wana lêk’olînkin û fe’m bikin, ku çi bo we lazime.Heger h’ewcebe, doxtirê wer’a bik’evine nava kontakê.Piştî du-sê r’oja ev prolgoram usa jî wê bi sîstêma IOS-ê bixebite. Bersivê pirsa usa jî dikarin onlayn bi vê adrêsê https://ac19.am/. bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button