H’emû nûçe

R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîştîye 249 merivî, h’alê merivekî girane

R’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîştîye 249 merivî, h’alê merivekî girane. Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda bi weşana zindî gotîye.P’ir’anîya neweşa li nexweşxana “Nork’ê”-ye înfêksîyonêdanin û germa wan meriva t’une, ji wana gelek jî diqewime bêyî dû-dermana qencbin.Meremê mayîna wane li kar’antînê ewe, ku ew welatîyên mayîn nexweş neyêxin. Bi gotina serekwezîr, nava nexweşada 11 meriv ji 65-salîyê bilindtirin, ji 7O-yî bilindtir pênc merivin, lê ji 8O-yî bilindtir nexweş t’unene.Li cem 3O-î merivî pirsgirêka p’işika heye û ji wana pênc meriv li beşa têrapîya întênsîvdanin, û ji wana yek 77-salîye, h’alê k’îjanî girane.Niha li Ermenîstanê 868 welatîyên başqekirî hene, lê 2419 meriv li malada hatine başqekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button