H’emû nûçe

Bona Ermenîstanê aparatên bo guhar’tina hewêye bo p’işika wê bêne dayînê

Armen Sargsyanê serokk’omar pêşnîyar kirîye, ku xêncî pirsên derheqa xurekda usa jî mecala ç’areserkirina aparatên doxtirîyêye bo Ermenîstanê jî lê binihêr’in.Zûtirekê wê gelek aparatên bona dayîna hewêye bo p’işika wê bidine Ermenîstanê.Armên Sargsyanê serokk’omar wek’îla Organîzeya Net’ewên Yekbûîye berne’ma h’emdinîyaêye xurek Yêlêna Mîloşêvîç qebûl kirîye. Çawa bersiva wê pirsê, ku bo Ermenîstanê aparatên dayîna hewê lazimin, xanim Mîloşêvîçê daye dîyarkirinê,wekî ew îdî berbir’î donorên navnet’ewî bûne û zûtirekê h’emû tiştê e’yanbe.Girêdayî belavbûna koronavîrûsêr’a, t’evbûên r’asthatinê pirsên bêqezîyabûna xurek çawa yên girîng h’esab kirine.Wextê r’asthatinê Armên Sargsyan û Yêlêna Mîloşêvîçê dane dîyarkirinê,wekî di navbera Ermenîstanê û progirama Organîzeya Net’ewên Yekbûîye xurekda hevk’arîya k’ardar îzbat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button