H’emû nûçe

Hîvîyêye,wekî k’oma t’êstên koronavîrûsêye lezgîne e’wlin wê 27-ê adarê bê Ermenîstanê

T’êstên ku lez tên çêkirinê, navê k’îjana t’êstên r’apîdin, nikare fikira dawî bide ku koronavîrûs heye, yan na.Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye.Bi gotina wezîr nexweşî ya t’ezeye û t’êst t’eze tên sînt’êzkirinê, û hela hê e’yan nîne, ku encamên wana wê ji alîyê saxlemîxweykirina civakîda çawabin.Feqet, wezîr gotîye,wekî Ermenîstanê ew t’êst dest anîne û wê bicêr’bîne bide zelalkirinê, ku ew bi çiqasîva yên xebitandinêne.Ewî daye dîyarkirinê,wekî hela hê gerekê qirarkin ku wana li k’îderê bidine xebatê, yan li ser sînor, yan jî klînîkada.Wezîr gotîye,wekî beşa r’apîd t’êstaye e’wlin wê 27-ê adarê bê Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button