H’emû nûçe

“Li cem me belavbûna koronavîrûsê bi ssênara here xirab naqewime”:heger vî cûr’eyî bimîne, r’êjîma h’evt r’oje wê neyê dirêjkirinê

Li cem me belavbûna koronavîrûsê bi ssênara here xirab naqewime. Derheqa wê yekêda wextê civîna h’ukumatêye îroyîn, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye.Bi gotina wî, ssênara li Ermenîstanê nêzîkî ya welatên başqeye, heger li hev bê h’al bin kontrolêda xweykin. “Li welatên başqe ew r’eqem lez zêde dibin.Li cem me tiştên usa t’une.Zêdebûna nexweşa heye, bona kontrolkirina h’al lazime ku nava vê h’evtêda r’êjîmê xweykin”,-serekwezîr gotîye.Çi ku derheqa nexweşadane, cîgirê serekwezîr Tîgran Avînyan gotîye: “Heger ev têmp vî cûr’eyî bêne xweykirinê, emê piştî r’êjîma h’evt r’oje careke mayîn r’êjîmê dirêj nekin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button