H’emû nûçeSereke

Bîznêsmênê k’urd çêkirina şeraba bi navê “K’urdistan” destpê kirîye

Bîznêsmênê k’urdî ji Mêrdînê, yê ku li Fransîyayê dijî, destbi çêkirina şerabê kirîye, navê k’îjanê danîye “K’urdistan”.Navê wî Feysal T’aşkire yê ku dice’dîne, ku şeraba bi navê “K’urdistan” li dinîyayê e’yanbe. “Min şikil dît, li ser k’îjanê gûşyê tirîya hatibû k’işandinê û wî şikilî xerîta K’urdistanê anî bîra min.Fikirek li cem min pêşda hat, ku ez şerabê çê bikim û navê wê daynim “K’urdistan”. Evê bibe tiştekî giranbiha. Bi vî cûr’eyî K’urdistanê li h’emû malada hebe”,-Feysal T’aşkir gotîye.Bîznêsmênê ji Mêrdînê dixweze şeraba sipî, sor û yên başqe jî çêke.Ew piştgirîya kampanîya fransî distîne.Xêncî tirîyên Avropayê, ew usa jî dixweze bi tirîyên K’urdstanê şerabê çêke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button