H’emû nûçeSereke

H’ukumata Herêma K’urdistanê hîvîya wê yekêye,wekî Beg’da mi’aşên xebatk’arên dewletê bide

H’ukumata Herêma K’urdistanê e’lam kirîye,wekî ew hîvîyêye, ku h’ukumata Îraqê mi’aşên qulixçîyên dewletê bide.Wek’îlê h’ukumata Herêmê Cûdîyar Adil gotîye,wekî h’ukumat h’emû mecalên xwe bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê dide xebatê û welatîya dide bawarkirinê,wekî saxlemî û bêqezîyabûna wana bona h’ukumatê gelekî girînge. “Çi ku derheqa mi’aşadane, ya wezîreta pêşmerga, ya saxlemîxweykirinê, fînansa, êkonomîkayê û k’arên hundur’, ew k’îsî k’ara herêmê hatîye ç’areserkirnê”,- ewî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî ew hîvîyêne ku ji Beg’dayê ew mecal wê bêne xebitandinê, ku mi’aşên nedayî bêne p’aravekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button