H’emû nûçeSereke

Li Hewlêrê dîsa sê nexweşên bi koronavîrûsê zêde bûne

Wezîreta K’urdistana Îraqêye saxlemîxweykirinê, 26-ê adarê îzbat kirîye,wekî li cem sê meriva nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.Analîzên wan meriva 24-ê mehê hildabûn, yên ku t’evî nexweşekî nava kontaktêda bûne.Bi vî cûr’eyî r’eqema neweşaye li K’urdistanê gihîşte 1O3 merivî.Em bêjin,wekî du meriv h’etanî niha wefat bûne, lê 27 jî qenc bûne. R’êjîma ji malê dernek’etinê dirêj kirine h’etanî yekê nîsanê.Wezîrê k’arên hundur’ R’êber Ah’med r’azalixî e’lamî cime’tê kirîye,wekî ew hevk’arîyê dikin û gotîye,wekî r’êjîma e’lamkirî k’areke mezin dide şer’k’arîya dijî koronavîrûsê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button