H’emû nûçeSereke

T’rampê serok girêdayî cejina Newrozêr’a serokê K’urdistanê pîroz kirîye

Serokê K’urdistana Îraqê Nêç’îrvan Barzanî ne’ma pîrozbahîyê ji navê serokê ŞAY Donald T’ramp bo cejina Newrozê stendîye.Derheqa wê yekêda malp’er’a serokê K’urdistanêye r’esmî, 26-ê adarê e’lam kirîye.T’ramp serokê K’urdistanê û cime’ta K’urdistanêr’a Newroza ” germ û şa” xwestîye û guman e’lam kirîye,wekî t’evî Hewlêrê wê p’êwendîyên diha six hebin. “Em nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-da gihîştine pêşk’eftinê û ez bêsebir hîvîya mecalên nûme, ku heleqetîyên meye êkonomîkî û yên nava goveka bêqezîyabûnêda t’evî h’ukumata we diha qewînbin”,-nava ne’ma T’rampda hatîye nivîsarê. Serokê K’urdistanê nava e’lametîya kurtda, T’wîttêrêda, r’azalixî e’lam kirîye û gotîye,wekî ew jî gumane, ku p’êwendîyên Hewlêrê û Waşîngtonê wê diha qewînbin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button