H’emû nûçe

Zar’oka du mehî nexweş k’etîye, deh meriv jî qenc bûne: Arsên T’orosyan

Wezîrê saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda h’alê li Ermenîstanêyî girêdayî koronavîrûsêva r’aber kirîye. Îro dîsa deh nexweş wê ji nexweşxanê derk’evin û her’ine malên xwe. Bi t’omerî hildayî em dikarin bêjin,wekî 28 nexweşên qencbûyî hene”,-wezîr gotîye û berbir’î cime’tê bûye ku guhdarîyê bidine ser wan meriva, nexweşîyên k’îjanaye k’ronîk hene û usa jî merivên yaşên xweda mezin.Wezîr usa jî gotîye,wekî welatîkî nexweş heye, h’alê k’îjanî girane, lê h’alê yên mayîn normale. Li cem p’ir’anîya nexweşa nîşanên nexweşîyê t’unene.Arsên T’orosyan usa jî gotîye,wekî duh gotine wî,wekî zar’okeke du mehî jî nexweş k’etîye.Li cem zar’okê nîşanên nexweşîyê t’unene, lê li cem dayîka zar’okê du r’oja germa wê hebûye, lê niha nîşanên nexweşîyê t’unene.Ew bin kontrola doxtiradanin.We’dê wanê t’emambe, ewê jî ji nexweşxanê derk’evin.Em bîr bînin,wekî r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîştîye 329 merivî, yên qencbûyî 18 merivin, yên ku niha qenc dibin 311-ne, lê merivek jî wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button