H’emû nûçe
K’oma Ermenîstanêye dewletêye sîmfonîk r’azîbûna xwe e’lamî xebatk’arên doxtirîyê kirîye
K’oma Ermenîstanêye dewletêye sîmfonîk klîpa mûzîkayê r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda r’aber kirîye û bi wî cûr’eyî r’azalixî e’lamî xebatk’arên doxtirîyê kirîye. “K’oma me piştgirîyê dide we, li malê dimîne, dicêr’ibîne îzinê nede ku koronavîrûs belav bibe, ku xebata we jî hêsabe.Em bo h’emûya saxlemîyê dixwezin”,-li r’ex vîdêo klîpê hatîye nivîsarê.