H’emû nûçe

Nexweşên bi koronavîrûsê du r’oja pêşîya nîşanên wê îdî dikarin merivên başqe nexweş bêxin: Dêvîd Nabaro

Pêşîya pêşdahatina nexweşîya koronavîrûsê, du r’oj pêşîya wê yekê, ew meriv dikarin merîyên başqe nexweş bêxin.Derheqa wê yekêda wek’îlê teşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê Dêvîd Nabaro gotîye.Bi gotina wî li cem p’ir’anîya nexweşa wextê ku ew t’eze nexweş dik’evin, ew ze’yîfin, ew bînê û te’mê t’exmîn nakin.Paşê li cem wan k’oxik, êşa sîngê wan pêşda tên û bîna wan çetin derdik’eve.Bi gotina Nabaro ev vîrûs hela hê ya nûye û derheqa wêda hela hê hindik tiştî zanin.Hela hê baş nizanin usa jî ku li cem cahila ew nexweşî çawa derbaz dibe.Em bîr bînin,wekî li dinîyayê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê dighîje 6OO h’ezarî. R’ûê wê nexweşîyêda 27371 meriv îdî wefat bûne, 133391 meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button