H’emû nûçeSereke

Wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk: em agirbestê e’lam dikin

Çawa caba banga k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Antonîû Gûtêrîş ku agirbesta berfire gerekê bê e’lamkirinê, hêzên Sûrîya Dêmokratîk şuxulk’arîya xweye leşkerî dane sekinandiê, xêncî xwep’arastinê.Wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Kîno Gabrîyêl e’lam kirîye, wekî girêdayî belavbûna nexweşîya koronavîrûsêr’a û banga k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbkyîr’a, ew agirbestê e’lam dikin.Bi gotina wî ev bang bona h’emû alîyaye.Sirîya xweda wek’îlê organîzeyêyî li Sûrîyayê Gêyr Pêdêrsên jî bang kiribû, ku nava doranên r’êzolyûsîya organîzeyêda opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê.Serokê şêwira leşkerî ya T’êl T’emir Demhat Birûsk e’lam kirîye,wekî nenihêr’î wê yekê, ku bang tên kirinê, qewatên ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin, êrîşa berdewam dikin. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk borcdarî hiladane ser xwe, ku çûyîn- hatina xebatk’arên doxtirîya navnet’ewî û usa jî doxtirên cî bidine ç’areserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button