H’emû nûçe

E’lametîya T’irk’îyayê gotina wî welatîye sîyasîya wêye dijminatîyêye

E’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der, ya derheqa hilbijartinên li Qerebag’ê, gava bi sirêye, ya seyaseta T’irk’îyaêye dijminatîyêye. Deheqa wê yekêda nava e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên derda hatîye gotinê, bi k’îjanê wezîreta k’arên der caba e’lametîya T’irk’îyayê daye. “T’irk’îya ji alîkîva r’êzolyûsîyayên şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûyî tîne ber ç’e’va, lê ji alîkî mayînva jî bangên organîzeyêye bona welatên r’êgîyonê h’esab hilnade, bi k’îjana de’w tê kirinê ku ji gavên dijminatîyêye hindava de’w û doza Qerebag’ê paşda bisekinin.Em bêjin,wekî hema T’irk’îya bi dehsalîya ser hev Ermenîstanê nava h’esarêda xweyî dike û pişgirîyê dide kirinên agrêsîve dijî cime’ta Arsaxê, nava wanda usa jî şer’ê nîsana sala 2O16-a”,-nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê.Usa jî ji alîyê wezîreta T’irk’îyayêye k’arên derda dîyarkirina şuxulk’arîya k’oma Mînskê û prînsîpên wê bêh’îme:”Em bîr tînin,wekî qirara derheqa destpêbûna şuxulk’arîya k’oma Mînskê 24-ê adara sala 1992-a hatîye qebûlkirinê, bi k’îjanê şuxulk’arîya k’oma Mînskê hatîye h’îmdanînê, derheqa wek’îlên Qerebag’êda tê dîyarkirinê, çawa t’evbûên wê şuxulk’arîyê. Bona heyîna wek’îla, gerekê hilbijartin hebin û ji wî alîda hilbijartinên li Arsaxê bona h’elkirina pirsgirêkêye bi r’îya e’dilin.Cêr’ibandinên T’irk’îyaêye r’ola p’arêzera mafê navnet’ewîda û bangên wêye bona civaka navnet’ewî bi kêmasîyavanin, gavên dijî yektîya têrîtorîyayên welatên cînarin, ya ku bin r’onaya mîyaserkirina sîyasîya agrêsîve ku normên dêmokrasîyê p’êpes dike”.R’ojekê pêşda T’irk’îyayê derheqa hilbijartinên li Arsaxê e’lametî belav kiribû, k’îjanêda hilbijartinên li Arsaxê h’esab kirîye çawa p’êpeskirina normên mafên navnet’ewî û yektîya têrîtorîyayên Adirbêcanê.Nava e’lametîyêda wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der hatibû dîyarkirinê,wekî T’irk’îya hilbijartinên neqanûnî nas nake.Enqera r’esmî bangî civaka navnet’ewî û k’oma Mînskê dike, ku encamên hilbijartinên li Arsaxê nas nekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button