H’emû nûçe

Fîlma r’êjîsîorê ermenî k’etîye nava navnîşa “Êmmî”-ê

Fîlma r’êjîsîorê ermenî Sêrgêy Sarkîsov, ya ku derheqa sefera xwendik’arên amêrîkîye li Ermenîstanêye, k’etîye nava navnîşa bona r’ewa “Êmmî”-ê.Ev fîlm bi hevk’arîya stûdîyoên Ermenîstanê, Amêrîkayê û R’ûsîyayê hatîye hazirkirinê.Prodyûsorê wê Dêyvîd Mak’- K’ênzîye, lê r’êjîsîor Sêrgêy Sarkîsove.Şikilk’işandinên vê fîlmê li Ermenîstanê derbaz bûne, t’evî k’îjana bûne artîstên erenî, amêrîkî, brîtanî û usa jî bi t’evbûna şikilk’êşên ji R’ûsîyayê.Anegorî ssênarê, k’omeke xwendik’arên amêrîkî dik’evine gundekî ermenîyî xewile û ew mecbûr dibin şev li wir bimînin, lê zûtirekê fe’m dikin,wekî ew cî bi qezîyaye, çimkî e’yan dibe,wekî li wir bi sedsala “r’uh’ê xirab” dijîn.H’etanî 26-ê nîsanê wê navnîşa t’omerî ji alîyê t’eşkîldarada bê hazirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button