SerekeSîyasî

Kîno Gabrîyêl:hêzên Sûrîya Dêmokratîk h’alê li h’ebsê kontrol dikin

Wek’îlê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Kîno Gabrîêl îzbat kirîye,wekî ji h’ebsa Hesekê t’u kes ner’evîye.Kîno Gabrîyêl bi e’lametîyêva pêşda hatîye, ya ku malp’er’a hêzên Sûrîya Dêmokratîkda belav bûye.Nava e’lametîyêda ewî gotîye,wekî ç’ekdarên DAÎŞ-ye li h’ebsê du derîyên h’ebsêye hundur’ û dîwar xirav kirine.Ewî gotîye, ku qatê e’wlin k’etîye bin kontrola ç’ekdarên DAÎŞ-ê. Gabrîyêl daye dîyarkirinê,wekî qewatên antîtêr’orê carekêr’a kontrola li wir hildane destê xwe.Bi gotina wek’îlên hêzên Sûrîya Dêmokratîk, t’u kes ner’evîye û h’alê li h’ebsê bi t’emamî bin kontrola wandane.Em bîr bînin,wkî h’ebsa li wir, li k’îderê bi h’ezara k’irêkirîyên DAÎŞ-ê hene, bi k’omên antîtêr’orêva hatîye dorgirtinê û girtî nikaribûne bir’evin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button