H’emû nûçe

Li Ermenîstanê r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê gihîşte 532 merivî

Hatîye r’agîhandinê,wekî r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîşte 532 merivî.Nava r’ojekêda analîzên kirî derheqa heyîna nexweşîyêye li cem 5O-î merivî îzbat kirine.Derheqa wê yekêda k’atiba wezîretêye prêssayê, Alîna Nîkog’osyanê gotîye.Bi gotina wê ji wan meriva 23 kar’antînêda bûne, 24 nava p’êwendîyada bûne, lê dorana sê meriva hela tê zelalkirinê.Em bêjin,wekî h’etanî 3O-ê adarê li Ermenîstanê 482 nexweş hatine h’esabkirinê.Wezîrê saxlemîxweykirinê gotibû,wekî merivek h’alekî giranda bû.Feqet wezîr guman e’lam kiribû,wekî h’alê nexweşekî giran wê diha girantirbe.Lê paşê wezîr gotibû,wekî du nexweş cîguhastî nexweşên mayîn kirine û prosêsa qenckirinê wê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button