H’emû nûçe

Li T’irk’mênistanê xebera “koronavîrûs” dane qedexekirinê

Seroketîya T’irk’mênistanê xebitandina xebera “koronavîrûs” qedexe kirîye. Anegorî me’lûmetîyên r’ojne’mevanên cî, derheqa nexweşîya koronavîrûsêda nava prêssa dewletêda, yan jî broşyûrên doxtirîyêda nayê dîyarkirinê. Merivên ku bi maska diger’in, yan jî derheqa wê nexweşîyêda xeber didin, dikarin bên girtinê.Derheqa wê yekêda r’adîoya “Aza”-yê daye dîyarkirinê.T’eşkîleta “R’ojnem’evanên bê sînor” daye dîyarkirinê,wekî bi vî cûr’eyî veşartina înformasîyayên derheqa koronavîrûsêda h’ukumata T’irk’mênistanê cime’ta xwe dike bin qezîyayê.Anegorî h’esabên r’esmî li T’irk’mênistanê derheqa t’u merivekî nexweşda nehatîye dîyarkirinê.Nîveka meha adarê serokê T’irk’mênistanê gote welatîyên xwe, ku ew dikarin bi mecalên miletîyê xwe ji vîrûsa bip’arêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button