H’emû nûçe

Steyrkên e’yan nîşanî dinîyayê kirine ku ermenîne

R’ûê koronavîrûsêda li t’emamîya dinîyayê meriv li malên xweda mane.Steyrkên ermenîye dinêe’yan dicêr’ibînin mijûlîke h’ewask’ar bibînin bona ku çawa tê gotinê li malê dîn nebin. K’îm K’ardaşyan, Sêrj T’ankyan, Anjêla Sarafyan, Alêk’sîs Ohanyan û gelekên mayîn li malên xweda xwerinên aspêjxana ermenî çê dikin û dixun.Wêne û vêdoya jî nîşanî bi mîlîona meriva dikin. Mînak, bîznêsmênê amêrîkîyî ermenî Alêk’sîs Ohanyan r’ûp’elê xweda şikilek belav kirîye, k’îjanîda dolmên ermenî bi belgên tirîyava çêkirî em dibînin.Steyrka Holîvûdê Anjêla Sarafyanê jî qirar kirîye bi hêker’ûna tomatêva xwe r’aberke. Steyrka amêrîkîye ermenî K’îm K’ardaşyanê jî bi têlefonê lehmeco xwestine û ew bo xwe û malbeta xwe daye anînê.Ewê daye dîyarkirinê,wekî eva p’îza ermenîye.Piştî vê nivîsarê, cêrge merivên ji Libnanê, Sûrîyayê û T’irk’îyayê destpê kirine di nav hevda bêjin, ku lehmeco li k’îjan welatî cara e’wlin hatîye çêkirinê.

https://www.youtube.com/watch?v=uw8mAj5FNzs&feature=emb_logo
Zêdetir nîşan bide
Back to top button