
Teyarên koalîsîyona navnet’ewî alî hêzên Sûrîya Dêmokratîk kirine, ku t’evr’abûna li h’ebsa Hesekê, girtîyên k’îjanê ç’ekdarên DAÎŞ-ne, bidine temirandinê.Hatîye r’agîhandnê,wekî koalîsîyonê xêncî avîyasîyaê usa jî meriv şandine li wir.Wextê êrîşê li ser h’ebsê teyarên koalîsîyonê piştgirî dane hêzên Sûrîya Dêmokratîk.Em bêjin,wekî 29-ê adarê girtîyên h’ebsê bêt’erbyetî destpê kiribûn û qatê h’ebsêyî e’wlin hildabûn bin kontrola xwe. 3O-ê adarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk îdî e’lam kirin,wekî ew t’evr’abûn hatîye temirandinê û ew niha çar girtîyên r’evî diger’in.







