H’emû nûçe

Wezîrê Erenîstanêyî k’arên der bona piştgirîya hindava şer’k’arîya Ermenîstanêye dijî koronavîrûsê r’azalixî e’lamî ŞAY kirîye

Bi înîsîyatîya alîyê ermenîya, 31-ê adarê xeberdana bi têlêfonê ya wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan û cîgirê k’atibê ŞAY-yî dewletê Fîlîp R’îk’êr derbaz bûye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye k’arên der r’agîhandine. “Misile’tçîya fikir dora h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî p’ev guhar’tine.Zohrab Mnasakanyanê wezîr r’azîbûna xwe e’lamî h’ukumata ŞAY-î kirîye bona piştgirîya fînansîye bo şer’k’arîya dijî koronavîrûsê.Xeberdan derheqa pirsên çûyîn- hatina merivaye bi r’îya hewê û li ser e’rdê çûye.Girêdayî vê yekêr’a, Mnasakanyanê wezîr derheqa wan welatîyên Ermenîstanêda xeberdaye, yên ku li ŞAY-yî mane û nikarin paşda veger’ine Ermenîstanê. Mnasakanyan usa jî h’alê li ser sînorê ermenîya-azêrîya r’aber kirîye.Dawîya axavtinê, Zohrab Mnasakanyan û Fîlîp R’îk’êr hazirî e’lam kirine, ku bona xweykirin û berfirekirina hevk’arîya dualî gavên aktîv bêne avîtinê”,-nava e’lametîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên derda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button