H’emû nûçe

Ji r’oja şer’ê çarr’oje çar sal derbaz bûne

Çar sal pêşda, sala 2O16-a, şeva 1-2-ê nîsanê, bi înîsîyatîva Adirbêcanê di navbera eskerê Arsaxê û eskerê Adirbêcanêda şer’ê çarr’oje qewimî.Şer’ê gur’ li ser xeta sînorê Arsaxê û Adirbêcanêyî başûr, alîyê Hadrût’ê û alîyê bakûr- r’ohilatê, Martakêrtê, qewimî.Adirbêcanê cêr’iband lez, bi saya têxnîka li ser sînor berevkirî, xwep’arastina Arsaxê biqelêşe û paşê bi r’êyên sivderêr’a bi tanka derbazbin û her’ine berbi k’ûraya Arsaxê.Alîyê azêrîya derb usa jî digîhandine gunda, r’ûê çida usa jî zar’ok hatin kuştinê û birîndarkirinê.Wextê wî şer’î 11O leşkerên ermenî şih’îd k’etin, 121 leşker û r’ezedilvan jî birîndar bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button