H’emû nûçe

Nava hersê mehên sala îsaline e’wlinda byûcêya dewletê bi 16,5 selefî zêde bûye:ber ç’e’vaye wekî emê van têmpa unda bikin:P’aşînyan

Anegorî h’esabên kirî nava hersê mehên sala îsaline e’wlinda, byûcêya dewletê bi 8,9 mîlîyard dirama zêde bûye.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînêyanê serekwezîr wextê civîna h’ukumatêye îro gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî h’etanî destpêka krîzîsê, r’eqemên baş hebûne û himberî sala 2O18-a byûcêya dewletê bi sed mîlîyard diramava zêde bûye.Bi gotina P’aşînyan h’emû meriv jî fe’m dikin,wekî r’ûê koronavîrûsêda hela hê tiştên zelal t’unene: “Li ber ç’e’vaye,wekî emê wan têmpa undakin.H’alekî nû pêşda hatîye û nava vî h’alîda em gerekê qirarên k’ardar qebûlkin”.P’aşînyan r’azalixî e’lamî wan êkonomîsta kirîye, yên ku we’deda bacên xwe didin, lê komîtêya k’ara dewletê jî îşê xwe bi açixî mîyaser dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button