SerekeSîyasî

PKK-ê cabdarîya t’eqîna lûla gazêye Îran-T’irk’îyayê hildaye ser xwe

PKK-ê r’oja çarşemê cabdarîya êrîşa li ser lûla gazêye ku ji Îranê diçe T’irk’îyayê, hildaye ser xwe.Hatîye r’agîhandinê,wekî 31-ê adarê endamên PKK-ê êrîş birine li ser wî cîyî û t’evî eskerên t’irka k’etine nava şêr’.Nava wî şer’îda lûla gazê hatîye t’eqandinê.Şer’k’areke jin, ya bi navê Sêma K’oçer şih’îd k’etîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî nava encamên wê êrîşêda here kêm 3O-î leşkerên t’irka hatine kuştinê û pênc maşînên zirih’kirî hatine şewitandinê.Piştî t’eqandina lûlê, gaza ku ji Îranê diçe T’irk’îyayê, hatîye sekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button