H’emû nûçe
Li malê usa dibe ku meriv xwerinçêkirinê û k’incşûştinêva mijûlbe:K’ardaşyan gilî dike ku çawa karantînêda dimîne
Steyrka dinêe’yane ji Amêrîkayê, ya ku e’silê xweda ermenîye, K’îm K’ardaşyan t’evî şoûya onlayn bûye, k’îjanêda ewê derheqa jîyana karantînêye li malê gilî dike.Ew dibêje,wekî ew îdî zar’okên zêde naxweze. Ew dibêje,wekî t’evî çar zar’oka li malêye û zar’oka pênca îdî naxweze.Bi gotina wê t’evî malbetê gelekî başe,çimkî t’evayî diger’in û fîlmên cûr’e-cûr’e dinihêr’in.Bi wê yekêva t’evayî ew usa jî xwerinê çê dike û k’inca jî dişo.Ew dibêje, ku niha ew cûr’ekî mayîn mamosteya dinihêr’e, yên ku dersa didine zar’oka û xebata wan layîqî qedirgirtinêye.