H’emû nûçe

“Me gelek cara dîtîye ku çawa leşkerên xwe dixin û wana r’adikine li ser ç’e’lên k’olayî ku nîşangirê me lê bixe”:Yêp’rêm Margaryan derheqa eskerê azêrîyada

“Em gerekê dersa her dem jî hildin, çimkî em gerekê her dem hazirbin.Her bûyarek qewata nû, yekbûnê û cêr’ibandina nû dide me”,-duh cîgirê fermandarê k’oma şer’k’araye şer’ê Arsaxê Yêp’rêm Margaryan gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî wextê şer’ê çarr’oje bersivên didjmin hatine dayînê.Bi xeberdana derheqa şer’ê meha nîsanêyî çarr’oje, Margaryan gotîye wekî nevsê fermî t’u cara leşker nîbûye û şuxulk’arîya wan k’ag’ezava girêdaîye. Bi gotina wî komîsîya gerekê wê yekê bide k’ifşê, ku bi saya undakirina meriva jî ermenî serk’etî ji nava wî h’alî derk’et.Bi gotina Yêp’rêm Margaryan niha h’al li ser sînor serte, lê ew yek biharêva girêdaîye û her dem h’al wî cûr’eyî dibe. Bi gotina Margaryan nava eskerê azêrîyada p’arç’e-p’arç’ebûn jî heye, çimkî nava eskerên wanda alkoholê gelekî didine xebatê û xêncî wê yekê narkotîk jî hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button