H’emû nûçe

Yektîya Avropayê wê 51 mîlîon yêvro bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê bide Ermenîstanê

Yektîya Avropayê wê 51 mîlîon yêvro bide Ermenîstanê bo meremê şer’k’arîya t’evaîye dijî koronavîrûsê. Derhqa wê yekêda nava e’lametîya Yektîya Avropayêda hatîye dîyarkirinê.”33 mîlîon yêvro wê bona dem û dezgên doxtirîyê, dersên bona xebatk’arên laboratorîya û doxtira û bona piştgirîya bîznêsê bêne xerckirinê.Usa jî wê bona merivên ji vîrûsê zyanêk’etî çawa alîk’rîya sosîyalî û hûmanîtarî bê dayînê”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê.Wê diha zêde p’ere bona bernamên herêmî bêne xerckirinê.Em bîr bînin,wekî çend r’oj pêşda cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Avêt Adons bi têlêfonê t’evî baylozê Çînistanêyî li Ermenîstanê T’îên Êr’lûn xeberdabû, û bayloz dabû dîyarkirinê,wekî Çînistan hazire piştgirîya zêde bide Ermenîstanê û bahê 11O h’ezar dolara wê eşîyaên doxtirîyê bide Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button