CîhanSereke

Koalîsyona navnetewîye bi serokatiya ŞAY hêzên xwe ji bazake li Îraqê jî derxistin

Koalîsyona navnetewîye bi serokatiya ŞAY elam kiriye, wekî hêzên wan ji baza Al Takadûm ê, ya ku 74 kîlomêtira dûrî Bexdayê ye, derdikevin.Katibê koalîsyonê Twitter êda nivîsîye ku hêzên koalîsyonê heytehola teslîmkirinê derbas kirine, wexte kîjanê tiştên bazayêye bahê 3,5 mîlîyon dolara teslîmî hêzên îraqî kirine. Bi gotina wî, eva gaveke pêşda plankirî bûye û wan êrîşên van axirya ra girêdayî nîne. Hatiye dîyarkirinê, wekî teslîmkirina baza avîyasyon gaveke bi sirê ye, ya nava dorana hevkariya tevî hêzên îraqîye dijî DAÎŞ ê. Nava meha dawîda eva baza çara ye ku teslîmî hêzên îraqî dikin.Koalîsyonê hevkariyê tevî tifaqdarên xwe berdewam bike,- nava elametiyêda hatiye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button