H’emû nûçe

Ermenîstan gerekê bibe welatê eşîyayê çêkirî: serekwezîr derheqa pêşk’eftina êkonomîkayêda gotîye

Pirsa alt’ilkirina krîzîsê, pirsa h’ukumatêye serekeye û ew pirsên we’dekurt û we’dedirêjva girêdaîye.Derheqa wê yekêda ewî wextê weşana zindîye bi fêysbûkê gotîye.P’aşînyan gotîye û daye dîyakirinê ku bona dasekinandina êkonomîkayê gavên çawa gerekê bêne avîtinê.Bi gotina wî nava we’dê kurtda gerekê învêstîsîyayên mezin bêne cîwarkirinê, çimkî bi saya wan cîyên xebatê saz dibin.Ji alîyê we’dê dirêjda învêstîsîya h’îmlî gerekê bi r’êsûrsên meriva, têxnologîya û pêşk’eftina zanebûnêbin.Bona me pêşk’eftina êkonomîkayê ewe, ku Ermenîstan bibe welatê eşîyayên hazir, lê ne ku destanîna matêrîyala.Ev yek jî têxnologîyayên nû tîne ber ç’e’va”,- Nîkol P’aşînyan gotîye. Çi ku derheqa îdarên senaya mêtalûrgîdane,P’aşînyan gotîye,wekî vê pirsêva, pirsên êkolocî girêdayîne. “Em gerekê du sînora bibînin.Li Ermenîstanê gerekê normên xweykirina êkologîyaêye here bilind hebin.Min gelek cara derheqa wê yekêda gotîye. Nava dinîya we’dê nihada p’arastina êkologîyayê, pirsa here pêşine.Em jî usa difikirin, lê em gerekê pêşk’eftina êkonomîkayê dijî êkologîyayê dernexin, êkonomîka me gerekê pêşk’eve, bi h’esabhildana qanûnên p’arastina êkologîyayê, yên ku dinîya we’dê nihada hene”,-serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button