H’emû nûçe
Nîkol P’aşînyan gotîye, ku k’engê ew dikare ji seroketîyê dûr bik’eve
Nîkol P’aşînyanê serekwezîr wextê dayîna caba pirsên welatîya, ya wextê weşana fêysbûkê, caba wê pirsê daye ku êwê k’engê ji serk’arîkirinê dûrk’eve. Ewî caba wê pirsê daye û gotîye: “Ez bawar nakim, ku ez bibime mîna seroketîya berê û heger ez wê yekê t’exînkim,ezê hema wî çaxî ji seroketîyê dûrk’evim. Ewê bona min bibe dawîya moralî, îzina k’îjanê ezê nedim”,-ewî gotîye.P’aşînyan usa jî gotîye,wekî xirabk’arên niha jî gerekê bêne cezakirinê û derheqa qanûna parlamêntêda qebûlkirî daye dîyarkirinê, anegorî k’îjanê hebûna ne bi qanûnî tê konfîskasîyakirinê.