H’emû nûçe

Ermenîstanê teyare şandîye Çînistanê bona ku dezgehên doxtirîyê û têsta bîne

Ermenîstanê teyare şandîye Çînistanê ku ji wir aparatên bona dayîna hewê û bi deha h’ezara têstên koronavîrûsê bîne Ermenîstanê. 31-ê adarê wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotibû ,wekî nava r’ojên nêzîkda sîstêma Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê wê bi dezgehên nûva bê r’azîkirinê, bi t’aybetî sed aparatên dayîna hewê, 6O h’ezar têst û usa jî eşîyayên doxtirîyêye başqe. “Teyare îro çûye û wê sibê yan jî duhsiva veger’e. Ewê ji Çînistanê h’emû tiştên k’ir’î bîne”,-ji merk’eza kamêndantîyê r’agîhandine.Hema bi vê teyarê jî ew h’emû tiştên ku wezîr gotibû wê bînine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button