H’emû nûçe

Himberî welatên şêwira Avropayêye mayîn li Ermenîstanê dereca girtinê kêm bûye

Li Ermenîstanê himberî welatên şêwira Avropayêye mayîn dereca girtina meriva gelekî kêm bûye.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî e’daletê R’ûstam Badasyan li ser h’îmê r’aporta şêwira Avropaêye sala 2O19-ye salê gotîye. “Cêrge h’esabên welatên me, me şa dikin.Anegorî r’aportê, dereca girtina meriva himberî welatên şêwira Avropayêye mayîn bi 36 selefava kêm bûye. Hatîye dîyarkirinê,wekî li h’ebsên Ermenîstanê sala 2O18-a 3536 meriv hebûne, lê sala 2O19-a 2266 meriv.Anegorî wê r’aportê, niha li Ermenîstanê nava sed h’ezar binelîyada ew h’ejmar nava cêrga here nimizdane û meriv dikare himberî Almanîyayê, Danîyayê û Slovênîyaê bike”,-Badasyan gotîye. “Sala 2O19-a girtîyên jin 3,2 selef bûne û ew h’esab himberî yên avropîne”,-wezîr daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button