H’emû nûçe

Ji Fêdêrasîya R’ûsîyayê p’êşekzanên leşkerî hatine ku nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bidine Ermenîstanê

Ji R’ûsîyayê k’oma p’êşekzanên leşkerîye e’wlin hate Ermenîstanê, endamên k’îjanê wê nava k’arê t’eşkîlkirina şer’k’arîya dijî koronavîrûsê piştgirîyê bidine hevalk’arên ermenî. Zûtirekê k’oma duda wê bê Ermenîstanê. Nava dorana hevk’arîya dualîda bona vê piştgirîyê p’evk’etin di navbera wezîrê Ermenîstanê û R’ûsîyaêye p’arastinêda, Davît’ Tonoyan û Sêrgêy Şoygûda hatîye destanînê.P’êşekzana t’evî xwe laboratorîya mobayl û sîstêma dîyagnostîkayê anîne.Bi saya van sîstêma mecalê hebe, lêk’olîna dîyagnostîkayê nava qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî û baza R’ûsîyaêye 1O2-ye li Ermenîstanê derbazkin. Bi saya vê yekê dereca şer’karîya dijî koronavîrûsê wê bilindbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button