SerekeSîyasî

T’irk’îya li bakûrê Sûrîyayê guhar’tinên dêmografîk berdewam dike, mihacira tîne li wan dera cîh û war dike

Seroketîya t’irka 19 ot’obûs, k’îjnada nêzîkî 9OO mihacir hebûne, sînorê Sûrîyaêr’a derbaz kirine û li bakûrê Sûrîyayê wana li Serêkanîyê cîwar dike.Derheqa wê yekêda ajansên înformasîyone cî r’agîhandine. “Ev merivên t’ezehatî yên ku malbetên wan k’omên ç’ekdarane, ku piştgirîya T’irk’îyayê dikin, li wan bajar’ên k’urda cîwar dikin”,- nava e’lmetîyêda hatîye gotinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî merivên ku li bajêr’ ji r’êjîma t’irka ner’azîne, ner’azîbûnên xwe e’lam kirine.Hatîye r’agîhandinê,wekî ev malbetên ku anîne li wir ji Damişqê, Îdlîbê, Homsê û bakûrê H’elebêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button