SerekeSîyasî

Berbir’îbûna bi zimanê k’urdî ji alîyê Mistefa Kazimîda

Mistefa Kazimî yê ku gerekê kabînêta h’ukumata Îraqêye nû sazke, bi sê zimana e’lametî belav kirîye: bi zimanê înglîzî, e’rebî û k’urdî.Bi wê e’lametîyê ewî soz daye, ku wê gavên anegor biavêje bo ku kirîzîsa pêşdahatî bê h’elkirinê.Nava e’lametîya xweye bi zimanê k’urdî, ya ku T’wîttêrêda belav bûye, Mistefa Kazimî soz daye, ku ewê bi cabdarî borcdarîyên xweye qulixa serekwezîrê Îraqêda biqedîne. “Ez soz didim, ku h’emû qewata bidime xebatê, bona ku h’ukumat sazbe, ya ku wê anegorî xwestinên cime’ta îraqîbe.Ez soz didim, mafê cime’tê û serbestîya welêt bip’arêzim û usa jî xebata bona h’elkirina kirîzîsê û pêşk’eftina êkonomîkayê bidime ç’areserkirinê”.Em bêjin,wekî duh Adnan Zûrfî kandîdatîya xwe paşda hilda, lê Mistefa Kazimî bi r’esmî, ji alîyê serokê Îraqê Berhem Salih’da li wê qulixêda hate k’ifşkirinê.Qewatên şih’îya, sunîya û k’urda piştgirîya kandîdatîya Mistefa Kazimî kirin.Seroketîya Herêma K’urdistanê jî wextê axavtina bi t’êlefonê kandîdatîya Kazimî silav kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button