H’emû nûçe

Heger têmpên vî cûr’eyî bêne xweykirinê, wî çaxî h’etanî 29-ê nîsanê h’ejmara nexweşa wê bighîje 36OO-î: T’orosyan bang dike ku xwe ze’yîf nekin

Dubarebûna bûyarên koronavîrûsê nêzîkî deh r’oja dibe.Heger ev têmp bêne xweykirinê,wî çaxî 19-ê nîsanê li cem me h’ejmara nexweşa wê bighîje 18OO-î, lê 29-ê nîsanê wê 36OO-î. Fikira wî cûr’eyî wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “Tiştê baş ewe,wekî nava pênc r’ojên dawîda têmpa zêdebûnê kêm bûye, ne ku ya nava deh r’ojên dawîda.Tiştê xirab ewe,wekî ev destanîna biç’ûk dikare undabe, heger em xwe ze’yîfkin û careke mayîn veger’ine jîyana xweye her r’oje, qanûnên dijî belavbûna nexweşîyê xweyî nekin”,- ewî nivîsîye.Em bîr bînin,wekî anegorî h’esabên nehê nîsanê h’ejmara nexweşa gihîştibû 921 merivî, lê h’etanî niha deh meriv wefat bûne, 138 meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button