Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî bi t’êlefonê t’evî Mistefa Kazimî qise kirîye. Barzanî peyî wê yekêr’a t’êlefon kirîye,wextê ku Mistefa Kazimî qulixa serekwezîrê Îraqêda hate k’ifşkirinê. “Min îro serekwezîrê Îraqê Mistefa Kazimîr’a qise kir, bona ku piştgirîya xwe bona sazkirina h’ukumata nû pêşnîyar bikim”,- serekwezîr Barzanî T’wîttêrêda nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî h’ukumata Îraqêye pêşer’ojê û h’ukumata Herêma K’urdistanê wê bikaribin pirsên hevr’aqayîlnekirî h’elkin, hegr t’evayî, li ser h’îmê konstîtûsîyayê bixebitin.Nava van pênc h’evtîyên dawîda Kazimî serekwezîrê k’ifşkirîye sisîyaye.Herdu serekwezîrên pêşda k’ifşkirî piştgirîya p’ir’anîyê nestendin û bo wê yekê jî wana kandîdatîyên xwe derxistin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close