H’emû nûçe

H’ukumata Ermenîstanê qirar kir ku h’alê li Ermenîstanêyî qeydeder bi we’dê mehekê jî dirêjke

Wextê civîna h’ukumatêye ji sirê der h’ukumatê qirar kir ku r’êjîma h’alê qeydeder bi we’dê mehekê jî dirêjke.Piştî qebûlkirina qirarê, anegorî konstîtûsîyayê gerekê civîna parlamêntê bê t’eglîfkirinê. Ev qirar girêdayî wê yekêr’a hatîye qebûlkirinê,wekî li Ermenîstanê hela hê li hev nehatîye koronavîrûsê bidine sekinandinê.H’etanî r’oja îroyîn îdî 1O39 nexweşên bi koronavîrûsê hene, lê h’etanî niha 14 meriv jî wefat bûne.Bi qirara h’ukumatê h’alê qeydeder wê ji 14-ê nîsanê h’etanî 14-ê gulanê berdewambe.Mek’t’eb û îdarên xwendinêye bilind girtîne û ew bi r’êjîma onlayn dixebitin.Transporta civakî naxebite.Bi wê yekêva t’evayî şuxulk’arîya hinek goveka tê mîyaserkirinê, mesele malhebûna gundîtîyê û senayî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button