SerekeSîyasî

Seroketîya K’urdistanê wê dêportkirina Mistefa Selîm lêk’olîn bike û wê lêpirsînê derbazke

11-ê nîsanê serekwezîrê K’urdistana Îraqê Me’srûr Barzanî t’eslîm kir, ku girêdayî dêportkirina Mistefa Selîmr’a lêpirsînê derbazkin,wî k’urdê Îranê, yê ku paşda şandine Îranê û ew li wir darda kirin.K’atibê h’ukumata Herêma K’urdistanêyî prêssayê Cûdîyar Adil e’lam kirîye,wekî anegorî me’lûmetîyên prêssayê sitendî, hêzên Asaîşa P’encivînê, li provînsîya Silêmanîyê, Mistefa Selîm paşda şandine Îranê, yê ku ji h’ebsa bajar’ê Sakizê r’evîbû û xwe gîhandibû sînorê K’urdistanê.Wextê t’evlîhevbûnên li h’ebsa Sakizê, çend girtî bi hevr’a r’evîne û nava wanda Mistefa Selîm jî bûye, yê ku 17 sala girtî bûye.Ew berê endamê partîya k’urdên Îranêye Dêmokrata K’urdistanê bûye. Bi gotina Cûdîyar Adil derheqa wê qewimandinêda îdarên K’urdistanêye r’esmî haj pê t’unebûne û bona wê yekê komîtêya mexsûs hatîye sazkirinê.Anegorî me’lûmetîya t’eşkîleta mafp’arêz “Hengaw”-ê hêzên Asaîşa Silêmanîyê girêdayî Yektîya Niştîmanên K’urdistanêr’a, Mistefa Selîm girtine û ew mecbûr kirine ku paşda veger’înine Îranê, nenihêr’î wê yekê,wekî ew haj pê hebûne, ku bona şuxulk’arîya sîyasî wê wî ceza bikin.Komîsîya K’urdistanêye serbeste mafê mêriv jî e’lam kirîye,wekî ewê jî wî îşî lêk’olîn bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button