SerekeSîyasî

Sîstêma r’okêtaye “Patrîot” niha li Îraqê û li K’urdistnê hatîye aktîvkirinê: nevsên ŞAY-ye r’esmî

Sîstêmên dijî r’okêtaye “Patrîot” niha li Îraqê û li K’urdistanê bona p’arastina hêzên amêrîkî û koalîsîyîona navnet’ewî hatine cîwarkirinê.Derheqa wê yekêda nevsên amêrîkîye r’esmî îzbat kirine.Meha adarêda Waşîngtonê e’lam kir,wekî têr’a divîne sîstêmên dijî r’okêtaye “Patrîot” li bazayên xweye li Îraqê û K’urdistanê cîwarke û ev qirar piştî wê yekê hate qebûlkirinê,wextê ku ç’ekdarên ji alîyê Îranêda tên piştgirtinê çend cara bazayên amêrîkî dane ber r’okêta.Nevsên amêrîkîye r’esmî gotine “Washington Post”-ê ,wekî komplk’sên r’oktaye “Patrîot” niha li bazayên Îraqêye li Ayn Al Asadê û Anbarê, usa jî li baza wane li Hewlêrê hatine cîwarkirinê. Sîstêmeke dijî r’okêta jî li qampa T’acîyê cîwarkirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button