H’emû nûçe

Nava r’ojekêda 28 nexweşên bi koronavîrûsê zêde bûne: du nexweş wefat bûne:P’aşînyan

Hinekî pêşda şêwirdarîya meye herr’oje ser hevda hat, ya girêdayî h’alê koronavîrûsêr’a. 685 têst hatine kirinê, ji k’îjana li cem 28 meriva ew nexweşî îzbat bûye.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr weşana fêysbûkêda gotîye. Bi gotina P’aşînyan eva cara e’wline,wekî h’ejmara nexweşa dubare hindikin, ne ku yên qencbûyî. Bi h’esabên duh 54 nexweş qenc bûne û çûne malên xwe.”786 nexweş hene û bi wê yekêva t’evayî aktîvîya belavbûnê kêm bûye. Ev yek jî cara e’wline.Be’seke xirab jî heye û derheqa wê yekêdane,wekî du meriv wefat bûne. Yaşê wan merivaye navîn 74 salîne”,-P’aşînyan gotîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî anegorî h’esaba tê k’ifşê,wekî mecal heye ku me’zmezkê pişta nexweşîyê bişkênin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button