H’emû nûçe

Tîgran Avînyan wextê civîna parlamêntêye mexsûs ssênarek r’aber kirîye, ku meha gulanê h’alê çi cûr’eyîbe

Duh cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan wextê civîna parlamêntêye mexsûs, ssênarek r’aber kirîye, ku meha gulanêda h’alê girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a çi cûr’eyîbe.Ewî sê ssênar dane k’ifşê: “Heger dînamîka nebaş ya girêdayî belavbûna nexweşîyêr’a bê xweykirinê, wî çaxî emê paşda veger’ine ser ssênara êtapa sisîya,emê têstkirina berfire û başqekirina meriva berdewamkin. Heger mer’a li hev bê întênsîvîya belavbûna nexweşîyê ji ser dereca yekê nimiztir xweykin, sînorkirin û qanûn wê bêne milahîmkirinê û bi wê yekêva t’evayî têstkirin wê bêne berfirekirinê.Lê heger dînamîka belavbûna nexweşîyê û bi ssênara milahîm pêşda her’e, wî çaxî diqewime sînorkirina derxin û têstkirin jî wê bêne berdewamkirinê”,- cîgirê serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button