H’emû nûçe

5O-î meriv t’evî cêr’ibandina çêkirina dermanê dijî koronavîrûsê dibin:Nûbar Afêyan

Wextê hevp’eyvîna t’evî r’adîoya “Aza”-ê, serokê hevaltîya “Moderna”-ê Nûbar Afêyan gotîye,wekî eva îdî serê çend h’evtîyaye ku p’êşekzan dixebitin, ku dermanê nexweşîya koronavîrûsê bibînin.Bi gotina wî ew hîvîyêne, wekî dawîya biharê ewê bighîjine encamên baş û em gumanin,wekî dikarin vê nêzîkbûnê bidine ç’areserkirinê.Niha 5O-î meriv t’evî wan cêr’ibandina dibin.Bi gotina wî wê paşê derbazbûna êtapa dudabin,wextê k’îjanê diha zêde meriv wê t’evî wê yekê bibin û bi cêr’ibandinên cûr’e-cûr’e ewê destpêkin fe’m bikin,wekî tiştê herî êfêktîv k’îjane.Bi gotina wî ev prosês wê çend meha bik’işîne.Êtapa duda wê h’etanî payîzê derbazbe û heger li hev bê bik’evine êtapa sisîya, wî çaxî gumanê hebe ku peyîr’a wê êtapa dawî bê.Îdî gelek şe’detî hene,wekî guman heye ku wê bighîjine açixîyê.Afêyan daye dîyarkirinê,wekî êtapa e’wlinda merivên saxlem tên cêr’ibandinê, çimkî ew dixwezin bibînin, ku dikarin bidine k’ifşê, ku h’emû tişt bêqezîyaye.Êtapa dudada wê merivên cûr’e-cûr’e bên cêr’ibandinê.Wî dermanî sê cara û bi dozayên cûr’e- cûr’e didin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button