H’emû nûçeSereke

Bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê r’azalixî e’lamî p’êşekzanên doxtirîyêye li Ermenîstanê yên ku wextê belavbûna koronavîrûsê dixebitin, kirîye

Bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê Lîn T’rêysîyê r’azalixî e’lamî p’êşekzanên doxtirîyêye ermenî kirîye, yên ku dijî koronavîrûsê dixebitin.Vîdêoya baylozê r’ûp’elê baylozxanêyî fêysbûkêda hatîye cîwarkirinê. “Ji navê baylozxana ŞAY-ye li Ermenîstanê, ez r’azalixîyê e’lamî doxtira, xwîşkên doxtirîyê, xebatk’arên polîsîyayê, r’ojnemevana, xebatk’arên dik’anên xurek û wan h’emû meriva dikim, yên ku dixebitin, ku em nava bêqezîyabûnêdabin û derheqa koronavîrûsêda haj pê hebin”,- baylozê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button