H’emû nûçe

Derheqa encamên koronavîrûsêye we’dedirêjda hela hê zûye bêjin: 265 meriv bi praktîkî saxlemin: Arsên T’orosyan

265 nexweşên bi kornavîrûsê qenc bûne û ji nexweşxanê bi praktîkî saxlem derk’etine, lê hela hê zûye bêjin, ku pêrspêktîvên nexweşîyêye we’dedirêj dikarin hebin.Derheqa wê yekêda,wextê hevp’eyvîna t’evî r’adîoya “Aza”-ê,wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye.Bi gotina wî, lêk’olînên bi deha û seda h’ezara sala wê lazim bên bona ku zelalbe, ku piştî nexweşîya koronavîrûsê bona organîzmê encamên we’dedirêje çawa wê hebin.Çi ku derheqa wê yekêdane,wekî nexweşê qencbûyî dikare cara duem nexweşk’eve,wezîr gotîye,wekî nava lîtêratûra doxtirîyêda tiştên usa hebûne, lê tiştên usa li t’emamîya dinîyayê hindikin.Bo wê yekê jî wezîr gotîye, ku gerekê pêşda bizanibin ku analîz r’ast hatine kirinê, yan na.Piştî derk’etina ji nexweşxanê dibêjine nexweşên qencbûyî ku wê başbe ku ew xwe başqekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button