H’emû nûçe

Gelo dermanê koronavîrûsê wê k’engê hazirbe: t’eşkîleta h’emdinîyaêye saxlemîxweykirinê we’de dane dîyarkirinê

Li hinek beşên Avropayê belavbûna nexweşîyê bere-bere kêm dibe. Mesele, li Îtalîyayê û Îspanîyayê h’emû tişt ditemire, li Brîtanîya Mezin û T’irk’îyayê nexweşî diha lez belav dibe. T’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê nava 12 mehên pêşîyêda nikare çêkirina dermanva mijûlbe, çimkî li dinîyayê cîyên belavbûna nexweşîya nû tên dîtinê. Derheha wê yekêda wek’îla t’eşkîletêye fermî Margarêt’ Harîsê gotîye. “Nava 12 mehên pêşîya meda, diqewime hê zêde we’de, çêkirina derman wê t’unebe”,-ewê gotîye.Bi gotina wê li hinek p’arên Avropayê belavbûna nexweşîyê kêm dibe, lê li hinek cîya jî zêde dibe.Harîsê usa gotîye,wekî diha gelek nexweş li ŞAY û Avropayê hene. Doxtirên R’ûsîyayê jî têr’a dibînin wekî xebitandina dermanê dijî koronavîrûsê wê ji sala 2O21-ê zûtir nîbe.Moskva û Waşîngton bi aktîvî nava pirsên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê hevk’arîyê dikin. Bi h’esabên 14-ê nîsanê li t’emamîya dinîyaêyê nêzîkî du mîlîon merivî nexweş k’etine, ji k’îjana 464 h’ezar qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button