H’emû nûçe

Wezîrê Ermenîstaneyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan bi t’êlefonê t’evî wezîra Îspanîyaêye k’arên der Arança Gonsalês Layayê qise kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan bi t’êlefonê t’evî wezîra Îspanîyaêye k’arên der Arança Gonsalês Layayê qise kirîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta k’arên der r’agîhandine.Xeberdan derheqa gavên dijî koronavîrûsê çûye.Zohrab Mnasakanyan girêdayî wefatbûna merivar’a yên ku li Îspanîyayê ji koronavîrûsê wefat bûne, serxweşî daye wezîra Îspanîyayêye k’arên der.Zohrab Mnasakanyan girêdayî wê yekêr’a,wekî h’ukumata Îspanîyayê bi dilovanî nêzîkî dîyaspora ermenîye li Îspanîyayê dibe,r’azalixî e’lamî seroketîya Îspanîyayê kirîye.Herdu alîya jî hevk’arîya navnet’ewîye nava doranên şer’k’arîya dijî koronavîrûsê girîng h’esab kirine.Nava r’ojeva qisêda herdu wezîra hazirî e’lam kirine bona pêşxistina hevk’arîya dualîye di navbera Ermenîstanê û Îspanîyayêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button