H’emû nûçe
Li cem 48 meriva nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye: h’ejmara nexweşa gihîşte 1159 merivî:merivek wefat bûye
16-ê nîsanê li Ermenîstanê bi h’esabên nû li cem 48 merivên başqe nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye.Derheqa wê yekêda ji merk’eza Ermenîstanêye kontrolkirina nexweşîya r’agîhandine. Bi t’omerî hildayî r’eqema nexweşa îro gihîştîye 1159 merivî. 358 meriv qenc bûne, lê 18 meriv jî wefat bûne.