H’emû nûçe

Yektîya Avropayê nêzîkî 46O h’ezar yêvro wê bide goveka malhebûna Ermenîstanêye gundîtîyê

Nava doranên înîsîyatîva “Malhebûna gundîtîyêye şînbûyî”-da Yektîya Avropayê wê 456 h’ezar 5OO yêvro bide malhebûna Ermenîsanêye gundîtîyê. Derheqa wê yekêda k’atiba prêssyaê, ya wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Anna Ohanyanê gotîye. “Civîna komîtêya şêwirdarîyê, ya wê înîsîyatîvê derbaz bûye, t’evî k’îjanê bûne cîgirên wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê û hevalk’arên navnet’ewîye ji alîyê Yektîya Avropayêda.Qirar hatîye qebûlkirinê, ku nava wê doranêda 456 h’ezar 5OO yêvro bidine goveka Ermenîstanêye malhebûna gundîtîyê”-,Ohanyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button